Kultur

Emerîkê Serdar “Keşkûl“

Bahara sala 2013-a Yêrêvanêda pirtûkeke kurdîye nuh ronkayî dît. Navê wê “K’eşkûl”-e. Wêda nimûnê folklorê, zimanzanîê, êtnografîê, toponîmîê û yêd mayîne hewaskar hene, ku deba gundê kurdara girêdayîne.

Ew qinyat nivîskarê kurd, rojnemevan, pûblîsîst û wergêr Emerîkê SERDAR berevkirine û nivîsîne. Ewî usa jî pêşgotina vê pirtûkê nivîsye. Dota nivîskar Nûrê Serdaryanê (Nûra Emerîk) berevok bona weşandinê amede kirye.

Pirtûk 148 rûpêle. Ew ji alîê weşanxana VMV-Prînt-êda hatye çapkirinê.
Bona xwendevan dha tam naveroka pirtûkê zanibe, em pêşgotina wê raberî xwendevana dikin.

 

“XWENDEVANÊ  E’ZÎZ!

    Ez gundda bûme û mezin bûme. Ez r’ind haj jyana gund heme. Xeberdana gundya h’etanî nha jî ber guhê min mînanî zengile. Çi xeberdaneke xweş bû! Ew bi nimûnê zargotina me p’erwerdekirî bû. Û min herr’o û herseh’et ew xeberdan dibihîst û ewê hela biç’ûktîêda hukmekî mezin ser min hîşt. Lema jî mêla min ewqasî ser zargotina me heye. H’etanî nha jî bîra min naçe, çawa em, zar’o, diçûne oda Mîroê Qero (gundê P’ambê, Sîp’ana nha), binp’ya odêda r’ûdiniştin û me guh dida ser xeberdana mezina. Ewana h’îmlî nimûnê zargotina me digotin, derheqa gura û tiştê mayîne hewask’arda gilî dikirin. R’ind tê bîra min, çawa çend şeva serhev Eşoê H’ûtî oda Mîroê Qeroda beyt’-serhatya “Mem û Zîn”-ê digot. Ewê hukmekî mezin ser me dihîşt. Em bi r’uh’ê zargotina me dihatne t’erbyetkirinê.

Çawa min îdî got, hela biç’ûktîêda mêla min berbi nimûnê zargotina me hebû. Lema jî dawya salê 50-î û destpêka salê 60-î min destpê kir hinek nimûnê zargotina me, îlahî mesele û met’elok (gelek cya wanr’a dibêjin “Gotinê pêşya”), îdîom, argo û hwd berev kirin û nivîsîn. Min ew t’u cya nedane çapkirinê, ew arxîva minda têne xweykirinê. Ew mesele û met’elok, ku ez îro r’aberî xwendevana dikim, min wan sala nivîsîne û dikare biqewime hinek ji wana ji alîê merivê başqe-başqeda hatibin berevkirinê û çapkirinê, lê min yê xweye nivîsar  himberî yê çapkirî nekirine û usa r’aberî we dikim, çawa min ew wan sala nivîsîne. Te’lebextr’a, hinek berevkira gelek gotin, fraz, xeberdana cime’têye sade dewsa mesele û met’eloka r’aberî xwendevana kirine.
Xênji mesele û met’eloka vê berevoka minda usa jî îdîom û nimûnê argoa hatine çapkirinê. Min ew jî gundda bihîstine û nivîsîne.

Nava zimanê meda îdîom p’ir’in û p’ir’cûrene. Ewana ji fraza têne cudakirinê. Te’lebextr’a, h’etanî nha ew kêm berev kirine û gelek cara fraz û îdîom t’evîhev kirine. Lê, bi fikra min, ew ji hevdu têne cudakirinê û gelekî hewask’ar û kêrhatîne bona lênihêr’andina çawa pirsê zimanzanya me, usa jî dîrok, êt’nografîa, psîxologîa, mêntalîtêta miletê me. Ew jî mot’acê lênihêr’andina ulmîye mexsûsin û min xwestye bona îzger’çîê paşer’ojê bingehkê sazkim.

Çiqas ez zanim, h’etanî nha t’u kesekî guh nedaye ser janra argoa jî. Lê, bi fikra min, nava zimanzanya meda ew janreke usaye h’ewask’are, ku k’ûr nehatye lênihêr’andinê û azr’ukirinê. Ez bawerim, ew mot’acê wê yekêne, û gava bi ulmî bêne analîzkirinê, dikarin bersiva gelek pirsê zimanzanya me bidin.
Min qestîka navê hêşnaya, dara, h’eywanet û tiştê mayîn daye û ew vê berevokêda daye çapkirinê bona ew nav û fe’mdarî unda nebin. Çimkî ew jî dereceke deba meye gunde û xusûsîê zimanê me nîşan dide. Te’lebextr’a, nha gele guhastinê şaş k’etine nava wan fe’mdaryada û ew ne anegorî qanûnê zimanê mene. Yekî dixweze zimanê me zanibe, gotî guhdarya mezin bide ser axavtina gundîê meye nexwendî yanê jî nîvxwendî, çimkî cem wan ziman t’emiz hatye xweykirinê.

Min usa jî navê hinek êl, qebîl û berekê me dane çapkirinê. R’aste, ji alîê hinekada wê derecêda xebateke ulmî û civakîye mezin hatye kirinê, lê min qestîka navê wan daye r’êzê, çimkî dikare biqewime ji wan nava hinek der mabin û îzger’çya guh nedabin ser wan. Nizam çima, ez bawerim, wekî ev navnîşa min jî alîê xweda wê alîk’arîê bide dha t’amkirina navê êl, qebîl û berekê me. Hilbet, wexta berevkirina van nava min guhdarî danye ne t’enê ser navê êl, qebîl û berekê êzdya, lê usa jî yê surmana.

Min mexsûs navê meye merivaye usa berev kirine û nivîsîne, ku xalis yê meye miletîêne. Ew yek îlahî nava navê jinê êzdyada r’ind tê k’ivşê. Ew nav dûrî navê miletê r’ohilatêye mayînin, ku k’etine nava zimanê me û dûrî fe’mdarya meye miletîêne. Ew navê ez r’aber dikim, xalis navê k’urdîne, k’oka xweva bona her k’urdekî fe’mdarîne û fikra wan heye. Tiştekî h’ewask’ar jî ewe, wekî nava miletê meda navê merivaye usa hene, ku navê miletê mayînin, çawa, mesele, Gêrman, Ûr’is, Fariz, Gurcê, T’et’er û yêd mayîn.

Hibet, ez ne ser wê fikrême, wekî qinyatê vê berevokê îdî mot’acê t’amkirinê nînin. Na xêr! Xebata berevkirina wan qinyata gerekê dha peşda her’e. Çi ku ji destê min hatye, min ew kirye. Min xwestye, wekî merivê meye xwendî guhdarîê bidne ser van pirsa. Ezê gelekî şabim, wekî hinekê ewê xebatê pêşda bibin.
Min bi fe’mdarî elîfba Bedirxan neda xebtandinê, çimkî wêda nîşanê gelek sewtê zimanê me t’unene û bêy wana xusûsya zimanê van qinyata wê nehata dîharkirinê.

Bi vê p’irtûkê ez dixwezim meselê nîşan bidim bona merîê mayîn jî virhada berevkirin û çapkirina qinyatê vî cûreyîva mijûl bin. Ez usa jî gumanim, ewê kêrî xwendevana û îzger’çîê paşer’ojê bê.

Dawîêda ez dixwazim bêjim, çima min navê vê berevokê danî “K’eşkûl”. Ez zanim navê p’irtûkeke Celîlê Celîl haye: “K’eşkûla kurmancî”. Raste, nav nêzîkî hevin, lê naver’oka wan başqeye. Çawa e’yane, nava gelda tê gotinê k’eşkûla Dewrêş Baba hebûye. Wexta ew nava gel diger’ya, k’ê bona xêra xwe çi didaê, ewî gişk dikire k’eşkûla xwe. K’eşkûlêda her tişt berev dibû. Paşê wexta Dewrêş Baba êvarê diçû malê, ew çi ku k’eşkûlêda hebû, vala dikir û ji hev başqe dikir. Min jî t’ex’mîn kir, wekî çi ku min nava salada berev kirye, mînanî wê k’eşkûlêye. Wexta hazirkirina vê berevokê min îdî, çawa Dewrêş Baba êvarê malda dikir, qinyat ji hev başqe kirin û nav danî ser wan. R’aste, k’eşkûle, lê qinyat ji hev başqekirîne.

E’merîkê  SERDAR

Back to top button