Polîtîk

Serokwezîrê Kurdistanê û serokkomarê Iraqê

 Serokomarê Îraqê Celal Talebanî,  li bajarê Silêmaniyê, pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê kir.

Di dîdareke dostane de, rewşa Îraq, Kurdistan û herêmî û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Talebanî û Barzanî tekîd li ser berdewamiya danstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê, ji bona çareserkirina pirsên hilawîstiyên  navbera her du aliyan, kir.

Nêçîrvan Barzanî di dîdarê de, encamên serdana xwe ya bo komara Îslamiya Îranê ji Talebanî re behs kir û Talebanî jî ew serdan bi serdaneke serketî wesif kir û pîrozbahî li Barzanî kir.

Serokomarê Îraqê, ji bona wê peyva di festival Gelawêj de pêşkeş kirî, destxweşî li Nêçîrvan Barzanî kir.

Back to top button