Polîtîk
Serokwezîrê Kurdistanê serdana Tirkiye dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi serdanake fermî diçe Tirkiyê û biryar e ligel berpirsên Tirkiye bicive.
Li gor daxuayniya Serokomariyê Tirkiyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 28ê Mijdarê serdana Tirkiyê dike.
Li gor bernameyê biryar e Mesrûr Barzanî saet 13.30 ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu hevdîtinê bike û pişt re civîne rojnamevanî ya hevbeş saz bikin.
Herwiha Barzanî her îro dê saet 17.00 ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve bê pêşwazîkirin.