Polîtîk

Serokwezîrê Kurdistanê serdana Enqere dike

Li gorî agahiyên ketine destê Rûdawê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê roja pêncşemê (30.10.2013) diçe Tirkiyê û digel Serokwezîrê Tirkiyê û rayedarên din ên Enqerê hevdîtinan pêk tîne.

Ev serdana Nêçîrvan Barzaî bo Tirkiyê di demekî de dikeve rojevê ku vê dawiyê trafîka dîplomasiyê ya di navbera Enqere û Bexdayê germ bûye. Herî dawî Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî serdana Enqerê kiribû.

Her wiha serdana Barzanî hevdem e digel bidawîbûna boriya hinartina petrolê ya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê.

Konsulê Giştîyê yê berê yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Aydin Selcen, di panêla bi navê “Çêkirina pira di navbera Kurd û Tirk de” dibêje:“Amerîka ji wê kêfxweş e ku petrola kurd ji rêya Tirkiyê re diçe derve”.

Aydin Selcan her wiha tîne ziman ku cîrana ku di navbera wê û Tirkiyê de  ti pirsgirêkek nîne, Kurdistana Iraqê ye.
– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/281020134#sthash.fXcOb9FR.dpuf

Back to top button