Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeka pê re pêkhatî ji Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, Fuad Hisên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Peyvadarê Fermiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî Konsulê Emerîka li Hewlêrê serdana Bexdayê kir.Serokwezîr li Bexdayê tevî Wezîrê Dervey Emerîka John Kerry û hijmarek berpirs û dîplomatên Emerîka civiya û behsa rewşa deverê, qeyrana darayî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa asayişa deverê, şerê dijî terorîstên DAIŞê, hemahengiya navbera Bexda û Hewlêr û Hevpeymanan ji bo rizgar kirina Musilê û têkiliyên du alî navbera Emerîka û Herêma Kurdistanê kirin.Her du aliyan pêdagirî li ser bi hêz kirina têkiliyên du alî navbera Herêma Kurdistanê û Emerîka li warên cuda kirin. Kerry amadeyî ya welatê xwe ji alîkarî kirina Îraq û Herêma Kurdistanê xuyakir, bi taybetî bo berhingar bûna qeyrana darayî.Her wiha berdewam bûna alîkariyên Emerîka ji bo hêzên pêşmerge li şerê dijî terorê nîşanda û rola gel û hikûmet û hêzên pêşmerge ji bo rawestandina metirsiya teror û serketinên berdewamên pêşmerge bi ser terorîstan giring nirxand.Li dawiyê jî her du aliyan bal kişandine ser rola hevpeymanan li şerê dijî terorîstên DAIŞê, bi taybetî rola Emerîka û alîkariyên serbazî bo Herêma Kurdistanê û pêşmerge û her wiha behsa hin babetên din jî kirin.
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Divê mijar ne tenê danîna çekan be!30/06/2025