Polîtîk
Serokwezirê Kanada serdana eniya şer kir
Serokwezîrê Kanada Stephen Harper û Wezîrê Parastina wî welatî Jason Kenney çûn eniya Xazirê ya Mûsilê û ji aliyê rayedarên leşkerî yên Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.
Serokwezîr û Wezîrê Parastinê yên Kanadayê, îro gihîştin Hewlêrê û piştî ku bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anîn, çûn eniya Xazirê ya Mûsilê.
Harper û Kenney ji aliyê fermandeyê eniya Xazirê Roj Nûrî Şawês û fermandeyên Pêşmerge li wê eniya şer ve hatin pêşwazîkirin.
Fermandeyên Pêşmerge li ser rewşa şer agahî dan Harper û Kenney.
264