Cîhan

Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê derve yê DYA civiyan

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken tekez kirin ku divê boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye ji nû ve were vekirin.

Di daxuyaniya ku jialiyê Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê ve hat dayîn de Serokwezîrê Iraqê Muhammed Es-Şîa Sûdanî dema ku ji bo beşdarî 79emîn Civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe li New Yorkê bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken re civiya.

Di hevdîtinê de pêşeroja hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê û berdewamiya danûstandinên navbera Bexda û Washingtonê hat gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya derbarê hevdîtinê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser xebatên ji bo pêşîgirtina li aloziya li herêmê axivîn û bal kişandin ser girîngiya hevkariyên stratejîk ên Amerîka û Iraqê.

Li gor daxuyaniya wezaretê, Blinken û Sûdanî tekezî li ser hevrêziya zêdetir di warê geşepêdana aborî de kirin û tekezî li ser vekirina boriya petrolê ya Iraq û Tirkiyê kirin.


Back to top button