Berpirsekî pilebilind ê nêzîkî hikûmeta Sûrîyê ji ajansa nûçeyan a Reutersê re ragihand ku, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî wê hefteya bê serdana paytexta Sûrîyê bike.
Çavkanîyê eşkere kir ku vejandina peywendîyên navbera Erebistana Siûdî û Îranê li ser vê serdanê bandora xwe çêbûye.
Rojnameya El Vatan ku nêzîkî hikûmeta Sûriyê ye, ragihand ku serdana Serokkomar wê du rojan berdewam bike û di civînê de wê çend rêkeftin bi taybet hevkarîya aborî bên kirin.