Civak

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li YNKê dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi minasebeta salvegera damezrandina YNKê peyamek arastey serkirdayetî û endamên wê partiyê kir û tê de ragihand, “YNKê xwedî dîrokeke diyar û berçav e û di gelek qonaxên cuda yên dîroka gelê me de roleke wê ya berçav û bi bandor hebûye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 1ê Hezîranê peyamek arastey serkirdayetî û endamên wê partiyê kir û tê de got: “Pîrozbahî li salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li we, endam û alîgirên we dikim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê kir, “YNKê xwediyê dîrokeke berçav e û di gelek qonaxên cuda yên dîroka gelê me de roleke wê ya berçav û bi bandor hebûye.”

Herwiha got: “Di vê rojê de em damezrênerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê xwedêjêrazî birêz Mam Celal bi bîr tînin. Hêvîdar im di xebat û têkoşîna ji bo bidestxistina mafên rewa û parastina destkeftên gelê me û herwiha di piştevanîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdewan bin û her serkeftî bin.”

Balkêş e ?
Close
Back to top button