PolîtîkRojev

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyoza Australya li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Cotmeha 2022an pêşwazî li Balyoza Australya li Iraqê Paula Ganly kir.

Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraqê û pêngavên derbaskirina xitimandina siyasî û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Australyayê de hatin guftûgokirin.

Balyoza Australya li Iraqê amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî, hevkar û hevahengiyê ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bilî pêşkêşkirina kurteyekê derbarê çaksaziyên Kabîneya Nehem a di warê hemecurkirina çavkaniyên dahatê û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî, amaje bi pêwndiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û giringiya çareserkirina pirsgirêkan di çarçoceya destûrê de kir, bi awayekî ku rêz li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û perensîpên hevsengî û beşdariya rasteqîne û ligevkirinê bê girtin.

Rewşa koçber û penaberan û encamên nerênî yên guhartina keşûhewayê li Iraq û Herêma Kurdistanê, mijarên din ên civînê bûn.

Back to top button