Serokwezîr: Xelkê Kurdistanê di bin ti zextekê de dest ji mafên xwe yên destûrî bernade

Îro çarşemê 7ê Îlona 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf kir, ku ligel Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Ervin Hicks Jr serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.
Di hevdîtinê de Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê pabendbûna welatê xwe bi berdewambûna piştevaniya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge cardin anî ziman û got, ew hewldanên xwe ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal dikin, bi taybetî nakokiyên li ser mijara petrol û gazê ku divê bi gotûbêjan were çareserkirin, ji ber ku çaresernekirina wê, bandoreke xirab li ser aramî û seqamgîriya Iraqê dike.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi kurtî behsa çaksaziyên Kabîneya Nehem ên derbarê hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahat û avakirina jêrxaneke bihêz kir.
Li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li wê yekê kir ku xelkê Kurdistanê gelek qurbanî ji bo mafên xwe yên rewa dane, loma di bin ti zextekê de dest ji maf û heqên xwe yên destûrî bernade. Xwesteka Herêma Kurdistanê jî ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê, cardin anî ziman.
Guherîna keş û hewa û bandorên wê yên li ser Iraw û Herêmqa Kurdistanê, girîngîdana enerjiya jîngehdost û pak, pêşvebirina veberhênana Amerîkayê û girîngîdana sektora taybet li Herêmê, çend mijarên din ên civînê bûn.