CivakPolîtîk

Serokwezîr û wezîrê pîşesaziya Îraqê têkeliyên Hewlêr û Bexdayê nirxandin

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 02.05.2018ê li bajarê Hewlêrê, digel Mihemed Şeyah Alsudanî wezîrê pîşesaziyê yê hikûmeta Îraqê û şandeya pê re civiya.Di civînê de Alsudanî li hember serdana bo Herêma Kurdistanê û beşdarîkirin di konferensa geşepêdana têkeliyên aburî yên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê ku îro li bajarê Hewlêrê dest bi kar û çalakiyên xwe dike,  kêfxweşiya xwe nîşan da.Wezîrê pîşesaziyê yê Îraqê di axaftina xwe de asayîbûn û pêşdeçûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bilind nirxand  û diyar kir çend pirsgirêk hatine çareser kirin lê ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan divê diyalog û danûstanidnên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam be.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdan û beşdarîkirina şandeya hikûmeta Îraqê di konferensa geşepêdana têkleiyên aburî yên navbera Hewlêr û Taranê kir û got ku ev koinferens ku, di berjewendiya vejandina aburiya Îraq û Herêma Kurdistanê ye, giringiya xwe heye.Serokwezîr sipasiya hemû wan kes û aliyan yên ku di pirosesa asayîkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina beşek ji pirsgirêkan hevkar bûn, kir û hêvî xwest ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan danûstandin berfirehtir bibin.Barzanî bi giringî zanî têkelî, hevkarî û alîkarîkirina navbera saziyên her du hikûmetan; hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Îraqa Federal berfirehtir bin.

Back to top button