PolîtîkRojev

Serokwezîr û wezîrê derve yê Amerikayê bi telefonê axivîn

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrur Barzanî û wezîrê derve yê Amerikayê Mike Pompeo hevdîtinek telefonî pêkanîn. Di wê peywendiya telefonî de pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peywendiya telefonî de herdu aliyan li ser kêşeyên pirsgirêkên  Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin, bi taybetî jî li ser mijara budceyê.

Di daxuyaniyê de hate ragihand ku Mesrûr Barzanî pêşniyar kir ku Amerîka û Neteweyên Yekbûyî bi awayekî çalak û di asteke bilind de, beşdarî hewldanên çareserkirina pirsgirêk û gihiştina rêkeftinekê ya navbera Herêm û Hikûmeta Federal de bibin.

Barzanî spasiya helwesta Pompe kir, ku bûye piştevan Herêma Kurdistanê bi awayekî dadperwerane para xwe ya di budceyê de werbigre û di dema karê xwe de berdewam piştevaniya Herêma Kurdistanê kiriye.

Her wê peywendiya telefonî de herdu aliyan tekezî li giringiya pêşxistina zêdetir a peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hat kirin, bi taybetî di warê enerjiyê de, Barzanî amaje bi giringiya berdewambûna alîkariyên Amerîkayê kir ji bo hêzên Pêşmerge.

Herdu aliyan di beşek din a axavtina xwe de, astengiyên di warê aramiya ewlehiyê li navçeyê û nehiştina aloziyan li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Sûriyê û giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê gotûbêjkirin.

Di heman demê de bi girîng behsa vegera koçberan bo ser mal û warên xwe hat kirin.

Back to top button