CîhanPolîtîk

Serokwezîr û nûnerê serok Obama qonaxa piştî Mûsilê gotûbêj dikin

Êvariya roja şemiyê 03.12.2016ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê digel Brett McGurk nûnerê taybetiyê serokê Amerîkayê bo karûbarên hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞê û şandeya pê re civiya.McGurk, di civînê de, kêfxweşiya xwe li hember serdan û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê diyar kir û behsa pêşkeftinên meydanî yên cenga dijî terorîstên DAÎŞ li Mûsil û derdûra wê kir û diyar kir ku di wî şerî de pêşmerge karî serketinên mezin û baş li dijî DAÎŞê tomar bike û di vê çarçoveyê de hevkarî û hevahengiya navbera pşmerge, arteşa Îraq û hevpeymaniya navdewletî bilind nirxand.Nûnerê serokê Obama di berdewamiya axavtina xwe de tekîd li ser berdewamiya têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina tev pirsgirêkên hilawîstiyên navbera her du aliyan de kir û got ku girinege ew têkeliyî ji bona amadekirina pilaneke berfireh a siyasî û amnî ji bo qonaxa piştî azadkirina Mûsilê berdewam be. Amerîka dê li ser xebatên xwe yên ji bona binbirkirina DAÎŞê berdewam be û di vê çarçoveyê de rola herêma Kurdistanê berê û niha di her du warên leşkerî û mirovî de bilind dinirxînin.Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe de şandeya mêvan dilrehet kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be ku bi rêya diyalog û danûstandinan hemû pirsgirêkan bi Bexdayê re çareser bike û xebatên wan jî digel arteşa Îraqê û hêzên hevpeymanan heta Îraq ji terorîstan bê paqij kirin û dever aram û tena bibe berdewam dibe.Serokwezîr got ku pêwîste ji bona diruskirina baweriyê di navbera hemû pêkhateyên cudayên deşta Neynewayê de, bi taybetî di navbera êzidî û mesîhiyan de, bawerî çê bibe daku bikaribin bo ser mal û milkên xwe vegerin.

Back to top button