Polîtîk

Serokwezîr: Serxwebûna Kurdistanê mafê me ye

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û wezîrên peywendîdar, îro roja pêncşemiyê 14.05.2015ê li bajarê Hewlêrê, serdana parlamentoya Kurdistanê kirin û ji aliyê Yusif Mihemed serok, Cafer Îbrahîm cîgirê serok û Fexredîn Qadir sekreterê parlamentoya Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin û digel serokatî û serokên firaksiyon û komisyonên taymetmendarên parlamentoya Kurdistanê civiyan.Piştî civînê serokwezîr û serokê parlamentoyê di preskonferensekê de naveroka civînê ji mediyayê re eşkere kirin.Di destpêka preskonferensê de serokê parlamentoyê got ku, di civînê de kodengî li ser wê yekê hebû ku herêma Kurdistanê nikare bi vî awayî digel Bexdayê berdewam be. Çunkî di warê nehinartina beşebudceyê de xedir li herêma Kurdistanê dike û Bexda bi qanûna budceya Îraqê ya sala 2015ê pabend nebûye. Herêma Kurdistanê hewil dide zêdetir, li gor qanûna budceya sala 2015ê, bi lihevhatina bi Bexdayê re pabend be. Parlamentoya Kurdistanê piştgiriya siyaseta nefta herêma Kurdistanê dike.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di preskonferensê de got ku, wan dicivînê de behsa pêşhatên pirsên girêdayî neftê di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û parlamenter li ser wê pirsê agadar kirin. Barzanî got ku, ew qanûnên pêştir ji parlamentoya Kurdistanê derketine ji bo siyaseta nefta herêma Kurdistanê piştgiriyên bihêz in û li gor wan qanûnan hikûmet dikare li paşerojê hijmareke rêyêm din bikar bîne.Li dor lihevhatina navbera Hewlêr û Bexdayê, serokwezîr got:- Hikûmeta Îraqê bi wê lihevhatina digel herêma Kurdistanê îmza kirî, lihebhatina qanûna budceya giştiya Îraqê a sala 2015ê, pabend nebûye. Li gor wê lihebhatinê her yek ji Hewlêr û Bexdayê çend berpirsiyarî dikevin ser milên wan ku divê cîbicî bikin û ya dikeve ser milê hikûmeta herêma Kurdistanê bi hinartina 550 hezar bermîlên neftê di rojekê de cîbicî kiriye û ya dikeve ser milên Bexdayê ku divê mehê yek tirliyon û du sed milyar dînaran bo herêma Kurdistnê binêre cîbicî nekiriye.- Ji meha nîsanê were me ew lihevhatin bi rastûdirustî cîbicî kiriye û herêma Kurdistanê wezîfeya xwe bi cî aniye, lê Bexdayê formuleke nû dîtiye ew jî ji bo kêmkirina beşebudceya herêma Kurdistanê ye. Eger nefta me hinartî jî bê hisab kirin, ew pereyê nuha Bexdayê ji bo me hinartiye nîva dahatiniyê wê neftê ye. Em tekîdê li ser wê yekê dikin yan divê Îraq bi wê rêkeftinê pabend be yan divê rêkeftineke din li ser bingehê hindê ku weke bikirên neftê miamileyê digel herêma Kurdistanê biek, bê îmza kirin.Li dor piştgiriya parlamentoya Kurdistanê bo siyaseta nefta hikûmeta herêma Kurdistanê, serokwezîr got:- Parlamentoya Kurdistanê piştgiriya hikûmet, qutê xelkî û dabînkirina budceya herêma Kurdistanê dike û ev ew kare ku divê parlamento encam bide û her ev helwest me ji parlamentoyê dît. Karê pêşiyê yê hikûmetê çareserkirina wan pirsgirêkane bi Bexdayê re, lê eger Bexda amade nebe wan pirsan çareser bike, hîngê li gor qanûna budceya giştiya Îraqê ya sala 2015ê, herêma Kurdistanê dikare hindek rêyêm din bikar bîne.Li dor hatina Adil Ebdulmehdî wezîrê neftê yê hikûmeta Îraqê bo Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî got:- Di civînê duhî bi şev û îro jî digel wezîrê neftê yê Îraqê ev pirs me behis kir û me bi zelalî ji wezîrê nefta Îraqê re got ku, ya giring ji bo herêma Kurdistanê qanûna budceyê bê cîbicî kirin û li gor wê qanûnê Bexda yek tirlyon û du sed milyar dînaran ji herêma Kurdisdtanê re binêre. Eger hûn cîbicî bikin em pê kêfxweş dibin, eger hûn cîbicî nekin rê bidin rêkeftineke din digel we îmza bikin û em ji bo rêkeftineke nû amadene. Ew nefta li ber destê me heye eger li bazarên cîhanê bê firotin dê dahatinyekê zêdetir hebe bi taybetî di demek wisa de rewşa êkonomî li herêma Kurdistanê gelek xirape, sê mehe miaşê karmendan nehatiye dan, yek milyon û nvî koçber û penaber li herêma Kurdistanê hene û em şerê DAÎŞ dikin, ev hemû pirsgirêkên mezinin rastî herêma Kurdidtanê hatine, jiber hindê divê Bexda rêkeftinê cîbiçî bike.- Hişiyar Zêbarî wezîrê êkonomê yê Îraqê îro serdana Hewlêrê dike û em dê li ser vê pirsê bicivin, hêvîdarîn em bigihin encamek baş. Zêbarî nameyek ji bo serokwezîrê Îraqê nartiye û jê re gotiye ku, yaku ew digel herêma Kurdistanê dike siyaseteke neraste, divê ew biryar di berçavan re bê derbas kirin û heq nîne bi vî awayî reftar digel herêma Kurdiatnê bê kirin.Di bersiva pirsekê de ku eger herêma Kurdistanê bi serê xwe neftê xwe bifroşe, dê Bexda arîşeyan jê re çêke, serokwezîr got:- Raste sala 2014ê hindek arîşe ji bo firotina nefta Kurdistanê çê bûn, lê pirsgirêk bi tenê li yek deverê bû ew jî Wîlayeta Teksas ya Amerîkayê bû. Neft li deverên din hat firotin, gelek bi rêkûpêkî hat firotin û tu pirsgirêk nebûm. Me neft nefirotiye welatên weke Îsraîlê û ew nûpçeyên di vî warî de hatîne weşandin nerastin. Weke hûn dizanin welat neftê nakirin, kompaniya wî karî dikin, hîngê bazara nefta cîhanê nefta herêma Kurdistanê nas nedikir û rafêneriyan wan ew curê nefta herêma Kurdistanê nedizanî. Lê belê sala 2015ê ew pirsgirêk nema û nuha xwesteke mezin li ser nefta herêma Kurdistanê heye.Di bersiv apirsekê de ku serdana Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bo Amerîka û welatên Ewropayê û azirandina pirsa serxwebûna Kurdistanê bû sedma hindê ku Bexda van pirsgirêkan ji herêma Kurdistanê re çê bike, serokwezîr got:- Berî serok Barzanî serdana Amerîka û welatên Ewropayê bike, birêz Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê bi awayekî fermî hatibû agadar kirin, ew agadarî hemû tiştan bû û ew serdan bi dizî nehatiye kirin. Ez bawer nakim vê pirsê tu peywendî bi serdana serok Barzanî ve hebe. Tu kes serxwebûnê bi Kurdistanê nade, ew mafekî rewayê gelê Kurdistanê ye û sîstema me federaliye di çarçoveya Îraqê de û her dema wext minasibe Kurdistan serbixwe dibe ev yek xewina hemû kurdan e. Serokê herêma Kurdistanê ev pirs di civînê xwe li Amerîka û ewropayê behis kiriye û ew bi xwe dê di civîna digel aliyên siyasyên herêma Kurdistanê behis bike.Li dor siyaseta nefta herêma Kurdistanê ka gelo siyasetek serkeftî bûye, serokwezîr got:- Eger ew înfrastruktura pêwîst me ji bo vê çendê çend sal berê nedanbaye, nuha pirsgirêk dehqat zêdetir dibûn. Ez dixwaz im bêjim siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê di warê neftê de siyaseteke serkeftî bûye û biserkeftî ew karên pêwîst bihatana kirin li gor destûra Îraqê cîbicîkirine. Eger me ev înfrastruktura êkonomî û hinartina neftê, ew siyaseta neftê li herêma Kurdistanê nebaye, Bexdayê dê çi bi serê me bianiya. Ango pirsgirêk ne pirsgirêkek şexsî ye, lê pirsgirêk bîrkirin û awayê bîrkirinê ye.Yusif Mihemed serokê parlamnetoyê got:- Em daxwazê ji hikûmeta federaliya Îraqê dikin bi lihevhatina bi herêma Kurdistanê re pabend be, lê eger Bexdayê ew rêkeftin cîbicî nekir, weke gava yekem li ser danûstandin digel hikûmeta Îraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan berdewam dibe û eger Bexda her bi qanûna budceyê pabend nebû, herêma Kurdistanê jî dikare bi wê lihevhatinê pabend nebe û li gor biryara parlamentoya Kurdistanê ya civîna 15.01. 2015ê serbixwe bidceyekê bo herêma Kurdistanê dabîn bike.nb_pc_parliament__2015_05_14_h16m58s19__MZ

Back to top button