Polîtîk

Serokwezîr: Tevî dijwariyan jî pilana stratejîk ya hikûmetê bi armancên xwe gihişt

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja duşemê 19.11.2018ê, digel hijmareke wezîr û berpirsên hikûmetê û  nûnerên welatên biyanî  beşdarî di merasima 10 saliya berhemanîna gazê li Herêma Kurdistanê kir.

Di merasimê de Serokwezîr gotarek pêşke kir  û di gotara  xwe de behsa wê yekê kir  ka çawa yekem car dest bi pilana stratejiya berhemanîna gazê li Herêma Kurdistanê kir û got:

– Meha nîsana sala 2007ê, ango berî niha bi 11 salan, di çarçoveya pilaneke startejîk de ji bona berhemanîn û mifawergirtin ji samanên xwezayî yên Kurdistanê û bikaranîna wê ji bona pêşxistina welat, hikûmeta Herêma Kurdistanê girêbesta karkirinê digel kompanya Dana Gaz ji bo berhemanîna gazê li Kurdistanê, îmza kir. Û di oktobera sala paştir di mayekî pêwaneyî de ew kompaniya karî li bîra gaza Kormor li Germiyanê, bi awayekî serketî dest bi berhemanîna gazê bike.

Serokwezîr Barzanî got ku  tevî hemû pirsgirêkên bi Bexdayê re, tevî wê rewşa dijwar û şerê dijî terorîstên DAÎŞê, direng jî be, Herêma Kurdistanê bi armanca xwe gihişt û îro siyaset û pilana stratejîk ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di warê enerjiyê de hêdî-hêdî digehe aramnca xwe  û dê roleke giring di pêşvebirina Kurdistanê di hemû waran de bibîne:

– Me li Herêma Kurdistanê di dirêjahiya wan salan de ku pilan û stratejiya xwe di warê enerjiyê de meşand, diviya bû bi çi awayî em di karê xwe de sisit nebin û di heman demê de rûbirûyê çendîm arîşe û pirsgirêkên cidî digel Bexda û çend fişarên hikûmetên Îraqê û hijmareke astengên derve jî bibin û îsrarê li ser bidestanîna mafên xwe yên destûtî  ku di destûra Îraqê de hatine bi cî kirin, bikin.
Serokwezîr pesina wan kompaniyan de yên ku di rewşeke dijwar de hatine Kurdistanê û di warê gazê de berhemanîn bikin:

– Yek ji wan kompaniyên ku tevê hemû astengî, dijwarî û nexweşiyan li ser karên xwe berdewam bû û em bi tenê nehêlan, kompaniya Dana Gaz û komaniya Neft Hîlal bûn. Ew di demekê de hatin û  risk kir û amadebûn digel me kar bikin ku gelek ji kompaniyên biyanî hîngê amadenebûn bihêne herêma Kurdistanê û berhemanînê bikin. ji bona vê jî me li Herêma Kurdistanê qedir û hurmet ji wan her du kompaniyan re heye.

Di berdewamiya axaftina xwe de serokwezîr got ku piştî rêkeftina navbera hikûmeta Kurdistan û hikûmeta Îraqê ya destpêkirina hinardekirina nefta Kerkûkê bi rêya boriya nefta Herêma Kurdistanê ji bo benderê Ceyhan li Tirkiyeyê, ev yek gavek erêniye ku mifa ji bo dahatiniyê giştiyê Îraqê hebe ji bona çareserkirina tev pirsgirêkan bibe destpêkek û gava pêşîyê:

– Em piştgiriya hikûmeta dr. Adil Abdulmehdî dikin û hikûmeta Herêma Kurdstanê amadeya hemû pirsgirêkan bi hikûmeta Îraqê re li gor mekanîzmên di destûrê de hene çareser bike û danûstandinê  cidî dest pê bike bi hev re kar bikin ji bona dabînkirina hemû mafên destûriyên ji bo hemû aliyan hatine diyar kirin.

Em hêvîdar in em hemû mifa ji şaşiyên berê werbigirin ku bi tecrûbe hatiye îspat kirin ku pirsgirêk bi lojîka bikaranîna hêzê çareser nabin û çi mifa nade û hemû alî jê zirarê dibînin. Lê bi lehvtêgihiştin û lihevkirin pirs çareser dibin û hemû alî û timama Îraqê  mifa dibîne.

Serokwezîr behsa rewş elektirîkê li Herêma Kurdistanê kir û got ku,yek ji encamên erêniyên berhemanîna gazê zêdekirina rêjeya elektirîkê ye û wezareta karebê mifadara  yekeme ku gazê dide wêstgehên Hewlê û Çemçemal û 1500 Megawatt karebê dabîn dike.  Tê çaverêkirin ku di demek nêzîk de nêzîkî 300 megawatt  karebê zêde bike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyê bi pêşdebirina warê enerjiyê bi giştî û berhemanîn di samanên xwezayî de bi taybetî dide ji bona binyatdanan infrastruktura giştî û sektorên din bi taybetî sektora zîraetê, pîşesaziyê û turîzmê bikar bîne.

Serokwezîr bang li kompaniyên cîhanî yên warê enerjiyê kir ku berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û di sektora enerjiyê û samanên xwezayî de sermayerazandinê bikin. serokwezîr daxwaz ji kompaniyên biyanî kir ku çav li Dana Gaz û Nefta Hîlal bikin ku niha bi milyarek û 400 milyon dolar sermayerazandinê li herêma Kuridtanê dikin û pilana wan heye di nava van salan de bi gelek milyar dolarên din berhemanînê bikin:

– Dana Gaz di pirojeyê xwe de yê berhemanîna gazê destpêkê bi 80 (pê sêca) dest pê kir, pişt re gihande 300 û divê heftiya dawiyê de jî gihande 400 (pê sêca) û dixwaze di nava du-sê salên bê de zêdetir bike, Dana Gaz rojane 100 ton gaza şil berhem diîne ku ji bona pêdawîstiyên navxweyî û malan tê bikaranîn, tevî vêna jî du hezar derfetên karê daîm û 20 hezar krên demkî li herêma Kurdistanê afirandine.

– Sektora taybet di pêşxistina abûrya Herêma Kurdistanê de roleke mezin heye, li gor destûra Îraqê, oktobera sala 2007ê parlamentoya Kurdistanê yasaya neft û gazê pesidn kir û çarçoveyek ji bo berhemanîna di warê neft û gazê de dana û di demke kêm de ew ayasa bû sedama pêveçûna vê sektorê. Niha jî bi heman awayî hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona teşwîqkirina sektora taybet ya biyanî û xwemalî pêştevanî û hêsankariyan dike.

 

Back to top button