Serok pîrozbahiya salvegera ji dayikbûna Pêxemberê Misilmanan kir

Serok bi minasebeta salvegera ji dayûkbûna pêxemberê Îslamê Mihemmed Mistefa daxûyaniyek belav kir.

Daxûyaniya Serok Barzani:


Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta salvegera ji dayikbûna Pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan û Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.

Hêvîdarîn ev helkefta pîroz sedemeke dinê bi hêzbûna peyama aştî û birayetî û pêkvejiyan û lêborînê bê.

Ji xwedayê mezin dixwazîn ev helkefta pîroz dergeha xêr û xweşî û bereketê ji bo gelê Kurdistanê û navçeyê bi giştî veke û bibê sedema dawî hatina zulm û tundî û çewsandina mîlletan.

Wesselamun aleykum werehmetullah wel bereketuhu

Mesûd Barzanî

11ê Rebî’ulewel 1440ê Koçî
19.11.2018 ê Zayînî

Nerîna min :