CivakPolîtîk

Serokwezîr serdana Yekgirtuya Islami kir

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşem 26.06.2016 li bajarê Hewlêrê, serdana Mamoste Selahedîn Mihemed Behaedîn Emîndarê Giştiyê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê kir.Di civînekê de, Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe nîşan de ku, kongireya heftemîn ya Yekgirtuya Îslmaiya Kurdistanê bi serkefî derbas bû û pîrozbahî li Mamoste Selahedîn Bihaedîn kir ku di wê kongireyê de weke Emîndarê Giştiyê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê hat hilbijartin. Serokwezîr hêvî kir ku, ew gihertinên di kongireya Yekgirtuyê de hatîn kirin ji bona aşitî, hevqebûlkirin û çareserkirina pirsgirêkan destpêkek baş be.Her du aliyan behsa rewşa îro ya Herêma Kurdistanê û deverê bi giştî  ku tê de derbas dibe kir û pêdagirî li ser pêwîstiya normalkirina rewşa heyî kir.Nêçîrvan Barzanî rol û xebatên Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê û Mamoste Selahedîn Bihaedîn di pêkanîna aşitiya navxweyî de bilind nirxandin û got ku ew bi hêvî li xebatên mamoste Selahedîn Bihaedîn yên ji bona hevnêzîkirina aliyên siyasî û danûstandinan dinêre.

Back to top button