Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Matthias Mitman konsulê giştiyê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê li Hewlêrê û Ken Gross konsulê nû yê Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir.Di civînekê de, Mitman ku, di demeke nêzîk de wezîfeya wî weke konsulê giştiyê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê bi dawî tê, ji bona wê hevahengî û hevkariya di navbera wan de hebû, sipasiya serokwezîr û xelkê Kurdistanê kir û destxweşî li xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, di demeke gelek dijwar de karîn bi baştirîn awayî îdareya herêma xwe bikin û destketiyên baştir bidest bixin.Mitman, Ken Gross ku, dê di demeke nêzîk de weke konsulê giştiyê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê dest bikar bibe, bi serokwezîr Nêçîrvan Barzanî da naskirin û hêvî xwest ku, ka çawa piştgirî û hevkarî bi wî re dihat kirin, bi heman awayî xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgirî û hevkariya Groz bikin ku, ew jî dê li ser xebatên xwe yên ji bo zêdetir bihêzkirina têkeliyên Kurdistan û Amerîkayê berdewam be.Nêçîrvan Barzanî sipasiya Mitman kir ku di dema karkirina xwe de li herêma Kurdistanê gelek karên baş kirin û hêvî kir ku ew di karê xwe yê nû de serketî be. Serokwezîr tekîd kir ku, ka çawa hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkar û piştevanê konsulê berê yê Amerîkayê bû, bi heman awayî piştevan û hevkarê konsulê nû jî dibe û hêviya serketinê jê re xwest.Barzanî got ku, xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze baştirîn têkelî digel welatên cîhan û herêmî hebe û hêvî xwest ku, têkeliyên Hewlêr û Waşîngtonê xurtir û berfirehtir bibin.Rewşa Herêma Kurdistanê, têkeliyên Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawiyê yên şerê dijî terorê û çend pirsên din di civînê de haitn gotûbêj kirin.
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
Balkêş e ?
Close - Çekên PKK radest bikê, dê bêne şewitandin03/07/2025