Cîhan

Serokwezîr pêşwaziya Vesna Pusiç kir

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cigirê Serokwezîr û Wezîra Derve ya Kurwatiya Vesna Pusiç kir.

Cîgira Serokwezîr û Wezîra Derve ya Kurwatiya Vesna Pusiç,  duh êvarê gihîşt Hewlêrê, bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Vesna Pusiç spasiya Herêma Kurdistanê kir ku kariye bi derfetên kêm gellek penaber bihewîne û di hemû waran de alîkariya wan bike.

Wezîra derve ya Kurwatiya spasiya  Pêşmerge kir ku di şerê terorê de serkeftinên mezin bidest xistine û pîvan û nirxên hevbeş ên mirovahiyê parastine.

Vesna Pusiç da xûyakirin ku welatê wê bi kasî imkanên xwe hemû arikariya mirovatî û leşkerî pêşkêş bike.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî spasiya şanda Kurwatiya kir û hêvîdariya xwe anî ziman ku şanda Kurwatiya bikaribe ji nêzîk de rewşa Herêma Kurdistanê bişopîne û tengaviyên wê di warên mirovî û leşkerî de bibîne.

Nêçîrvan Barzanî her wiha anî ziman ku deriyê Herêma Kurdistanê ji bo karsaz û sermayedarên Kurwatiya vekiriye û hikûmeta Kurdistanê jî amade ye alîkariya wan bike ji bo ku li Kurdistanê hilberînê bikin.

626

Back to top button