Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziya Roth kir

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyacîgirê serokê parlementoya Almanya Klaudia Roth kir.

Klaudia Roth li gel şandekî serdana Kurdistanê kir û li gel serokwezîr hevdîtinek pêkanî. Şanda li gel Roth ji balyozê Alamanya yê Iraqê û konsolusê Almanya yê Hewlêr pêkdihat.

Roth di hevdîtina xwe de diyar kir ku yek ji armancên serdana wê dîtina kampên penaberên Sûriyê ye li Başûrê Kurdistanê û ew dixwaze ji nêzîk ve li wan guhdarî bike.

Klaudia Roth her wiha spasiya hikûmeta Kurdistanê kir ku alîkariya penaberan kiriye.
Ji aliyê xwe ve serokwezîr behsa alîkariyên ku hikûmeta Kurdistanê ji bo penaberan pêşkêş kiriye kir û got ku pêwîstiya wan bi alîkariyên zêdetir heye, ji ber vê yekê jî ew bang li hikûmeta Iraqê û cîhanê dikin ku bibin alîkar.

Di hevdîtinê de her du alî li ser pêwendiyên di navbera her du welatan de axifîn û rewşa siyasî ya Sûriyê û herêmê gotûbêj kirin

Back to top button