Polîtîk

Serokwezîr pêşwazîya nûnerê NY kir

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 18.04.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Jan Kubis Nûnerê Taybetiyê Sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê kir û di civînekê de çend mijarên giring nirxandin.Pirosesa siyasî û hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku biryare di meha gulana îsal de bên encamdan di civînê de hat gotûbêj kirin û bi taybetî behsa beşdariya Herêma Kurdistanê di hilbijartinên Îraqê de hat kirin û hêvî hat xwestin ku hilbijartin û pirosesa siyasî li Îraqê serkeftî be.Pêşhateyên nû yên diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê, karên komîteyên hevbeşên  navbera her du aliyan û ew gavên heta niha hatine avêtin weke vekirina balefirxaneyên herêma Kurdistanê û hinartina beşek ji miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê û berdewamiya diyalogê çend mijarên din yên civînê bûn û tekîd liser çarserkirina hemû pirsgirêkan bi aşitî û diyalogê hat kirin.Rewşa Îraqê û deverê û şerê dijî terorê di civînê de hatin gotûbîj kirin. 

Back to top button