Serokwezîr pêşwaziya konsulusê Koreya Başûr kir
Evro Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Koriya Başûr yê li Hewlêrê Yoong Hieon Kim kir.
Di hevdîtineke de Konsulusê Koriya Başûr kêfxweşiya xwe ya li hember destbikar bûna xwe weke Konsuluslê Koriya Başûr li Kurdistanê û herwiha pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de diyar kir.
Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa jêhatî bûna Serkirdayetiya Kurd bi taybetî di warê dabîn kirina aramî û bernameyên baş bo pêşde birina Kurdistanê kir û kêfxweşiya xwe jî li hember vê yekê ku, hem weke Hikûmet û him jî weke kompaniyên Korî karîne di warê awedan kirina Kurdistanê de rolek bilîzin diyar kir.
Çavkanî di dirêjahiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê jî kir ku, vê hewl bo bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Koriya Başûr de bide û pesna rola Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî da di warê destpêşxerî kirin bo berfiretir kirina peyvendiyên han.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Konsulusê nû yê Koriya Başûr kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û amadebûna Hikûmeta Kurdistanê jî ji bo pêşkêş kirina her cure hevkariyekî nîşan da.
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, tevahiya deriyên Hikûmeta Kurdistanê bo kompaniyên Korî ewin ku, dixwazin li Kurdistanê de kar bikin vekirîne.