Serokwezîr pêşwaziya Konsulê nû yê Komara Çîkê dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja çarşem 2018/08/01 pêşwaziya Mikhail Svoboda Konsulê nû yê Komara Çîkê li Hewlêrê û şandeya pê re kirSvoboda bi amaje kirin bi têkiliyên dostînî û kevnar navbera Herêma Kurdistanê û Komara Çîkê, spasiya alîkarî û hêsankarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Konsulê berê welatê xwe li Hewlêrê kir.Herwiha berhev bûna welatê xwe ji bo alîkarî û hemahengî tevî Herêma Kurdistanê, bi taybetî li warê zansit nîşanda û vekirina Zanîngeha Teknîkiya Çîkê li Hewlêrê û hebûna hijmarek rêkxistinên vî welatî ji bo alîkarî yên mirovî bo koçberan bi kiryareka baş daye zanîn.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi pîrozbahî kirina Kosulê nû yê Çîkê, hêviya serketinê jê re xwesu û alîkarî û hêsankarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji kar û çalakî yên wî nîşanda.Barzanî bi pêdagirî li ser têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Çîkê, destxweşiya vekirina Zanîngeha Teknîkiya Çîkê li Hewlêr kir û berhev bûna Herêma Kurdistanê ji bo alîkariyên pitir û berfireh kirina têkiliyên zanistî û pirsên din tevî Komara Çîkê nîşanda.Li dawiyî jî behsa rewşa deverê, pirosesa siyasî û rewşa tenahiya Îraqê kirin.