Polîtîk

Medya PKKê derewa dikê ya Başûr bê deng e

PKK ji bo siyaseta xwe ya reş û weşartî spî bike , di her gave de dixwazê PDKê tawanbar bike û nûçeyên derew û tu bingeha wan tuneyî ji xeyalên xwe belav dike. Lê kesek van nûçeyan derev cidî nagre. Belê piraniya kesên welatparêz ku ketine di nav tura PDKê de baweri li van nûçeyên derew tînin û ev yek jî bandorek xirab dike.Medya Başûrê Kurdistanê van nûçeyan dibîne û guh nadiyê. Gelo çima Medya Başûr taybetî medya ku li ser PDKê ve tê naskirin dewsa propaganda PKKê bike behsa van nûçeyên derew nake û rastiyê dernaxê hole.Ev yek pirsgirêkek mezine û bandora xwe li siyaseta PDKê ya li ser xeta netewî dike û ji gelek gavên erênî re dibe asteng. Her dema ev bêdengî û xemsariya medya Başûr berdewam be, derewên PKKê rast tên qebûl kirin û hinek rastiyên PDKê xelet têne qebûl kirin.Nûçeyek ya ANFê de hatî belavkirin dibêje:“  HEYETA MÎT-PDK’Ê JI BO REJÎMÊ TEKLÎFAN DIKEHate îdîakirin ku piştî lihevkirina hikûmeta Sûriyê û MSD’ê û  Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya 26’ê Tîrmehê ya li Şamê partiyên desthilatê yên Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê hewl didin ku lêgerîna çareseriyê asteng bikin. Li gorî agahiyeke pêbawer bi fermana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, şandeyek ji rayedarên MÎT’ê û rayedarên PDK’ê piştî civîna MSD’ê û rejîmê çûne Şamê û bi rayedaran re rûniştine.Şandeya bi seroktiya Mehmûd Kelker ê Hewlêrî di civînê de ya bi reyedarên Sûriyê re, li ser civîna MSD’ê û rayedarên Sûriyê axivîne.Hate gotin şandeya PDK-MÎT’ê teklif kirine, ku hevdîtina MSD û rejîmê biqedin ew ê li Hewlêrê konsolosiyê vekin û bi Tirkiyê re, veşartî danûstandinan bikin.Jêderek ji rejîma Sûriyê ji xeber24.net’ê re axivî û ev civîna piştî civîna bi MSD’ê re piştrast kir. Hate gotin ji civînê ti encam derneketiye. Jêderê diyar kir rejim biryardar e ku bi MSD’ê re hevdîtin bidome û hewl bidin ku çareseriyek were avakirin. “Piştî destpêkirina hevdîtinên MSDê li gel rejima Suriye tu heyetên PDKê serdana Suriye nekirine. Di nava PDKê de kesek bi navê “Mehmûd Kelker “ jî tuneye.Wek din hevdîtinên MSDê û rejima Suriye ne tiştek nû ye ku nayê zanin. Di roja roj de hêzên PYD/PKKê li Suriye û Kurdistana Rojava wek milîsên rejimê hatine damezirandin û kar kirine. Niha piştî rewş li Suriye tê guhertin ev milîs vedigerin cihê xwe yên esas.PKK bi tu awayî nikare vê rastiyê weşêre û behsa mafê Kurdistanî li Rojavayê Kurdistanê bike.Nûçe/analîzNûçeya ANF:https://anfkurdi.com/kurdistan/tirkiye-u-pdk-ji-hevditina-rejime-u-msd-e-nerehet-bun-100468NÛÇEYA LÊKOLIN:http://www.lekolin.org/haber-5680-AKP-u-PDK-Li-Hembere-hemleya-nuneren-Bakure-Suriye-ya-bi-Same-re-runist-ket-nav-tevgere.html 

Back to top button