CîhanPolîtîk

Serokwezîr pêşwaziya Kobish kir

Di çerçoveya rewşa Iraqê ya piştî hilbijartina û damezirandina hukumeta Iraqê de, gelek berpirsên welatan serdana Kurdistanê dikin. Di vî çerçovê de,Serokwezîrê Herêma Kutrdistanê û şandiyê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê di civînekê de behsa pêşhatên dawiyên yên rewşa siyasiya Îraqê û pirosesa hilbijartinan kir.Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 26.06.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Jan Kobish şandiyê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê û şandeya pê re kirDi civînekê de her du aliyan pêdagirî li ser wê yekê kir ku bi lezgînî dengên hilbikjartinên parlamentoya Îraqê ku roja 12ê gulanê hatibûn encam dan, bên hijmartin deku ew dilgiraniya li cem hindek aliyan heye, nemîne.Di civînê de her du alî hevhizir bûn ku divê lez li pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê bê kirin û hemû alî û pêkhateyên Îraqê beşdariyê di pêkanîna hikûmetê de bikin bi awayekî ku hikûmeta nû ji bona çareserkirina tevaya pirsgirêkan program û bernameyekî saxlem hebe.

Back to top button