Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziya heyetek Misrî kir

Serokwezîrê Kurdistanê îro bi wezîrê bazirganî û pîşesaziya dereve ya Misirê re civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê pîşesazî û bazirganiya dereve ya Misirê Monîr Fexrî Ebdulnûr civiyan û di civînê de her du alî behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Misirê de kirin.

Di berdewamiya vê civîna han de her du alî çawetiya bihêztir û berfiretir kirina peywendiyên han nîqaş kirin û tekez li ser girîngiya peywendiyên han bo berejwendiyên Misir û Kurdistanê kirin.

Di beşeke din ya civînê de heyeta mêwan behsa beşdarî kirina kompaniyên welatê xwe di prosesa awedan kirina Kurdistanê de kirin û ragehand ku, Misir û kompaniyên Misirî xwedan xwestekekî gelek bihêzin bo beşdarî kirin di prosesa awedan kirina Kurdistanê de.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, hikûmeta Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwaziya beşdarî kirina kompaniyên Misirê di prosesa awedan kirina jêrxana abûrî û awedan kirina Kurdistanê de dike û got: Misir û kompaniyên Misirî dikarin di warê torîzimê de hevkariya Kurdistanê bikin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha eşkere kir ku, hikûmeta Kurdistanê amadeye her cure hevkarî û karasaniyek bo kompaniyên Misirî yên ku, dixwazin li Kurdistanê de kar bikin her cure hevkarî û karasaniyek pêşkêş bike.

Hêjayê gotinêye ku, heyeta Misirî bo vekirin û beşdarî kirin di pêşengeha berhemên navxweyî yên Misirê ku, tê de 47 kompanî beşdarbûn serdana Kurdistanê kiribû.

Back to top button