İdrîs Barzanî li ser girîngiya perwerdê rawestiya

Herêma Kurdistanê beşdarî Konferansa Ciwanên Cîhanê (One Young World) bû û İdrîs Barzanî yê kurê Serokwezîrê Kurdistanê di konferansê de li ser girîngiya perwerdeyê gotarek pêşkêş kir.

Doh (02.10.2013) Konferansa Ciwanên Cîhanê li Başûrê Efrîqa bi navê ‘Yek Cîhana Ciwan’ dest pê kir û Herêma Kurdistanê bi şandeke 20 kesî beşdarî konferansê bû. İdrîs Nêçîrvan Barzanî wek nûnerê şanda Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û li ser girîngiya perwerde û fêrkirinê ji bo zarok û ciwanên cîhanê rawestiya.

Di gotara xwe de ku bi zimanê İngilîzî pêşkêş kir, İdrîs Barzanî got: ‘’Di serdema Sedam Hiseyn de Herêma Kurdistanê rûbirûyê gelek nexweşiyan bû, lê di van 10 salên borî de kariye xweşguzarî û aramiyê bidest bixe û em neçar bûn ji sifrê dest pê bikin, bingehê hemû tiştekî deynin bi taybetî jî di warê xwendin û perwerdeyê de.’‘

İdrîs Barzanî wiha axifî: ‘’Hêvîdar im vê konferansê wek firsetekê bikar bînin bo çareserkirina pirsgirêkên di warê perwerdê de li wan navçeyên ku hê ji nû ji krîz û nakokiyan rizgar bûne.’‘

Barzanî bal kişand ser vegera Kurdên li derve ku niha vedigerin Kurdistanê û wiha pêde çû: ‘’Mafê wan e ku ji bo zarokên wan sîstemeke baş a perwerdeyê hebe, evna jî girîng e ji ber sermayeya di perwerdeyê de bê razandin, sermaye ye bo paşerojê.’‘

Barzanî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Divê evna jî her tim li bîra me be ku bav, bapîr û dayîkên me xebat kirine ji bo wê derfeta îro heye, bo me misoger bikin.’‘Barzanî di dawiya gotara xwe de bi zimanê Kurdî got ’‘Zor sipas’‘ û axaftina xwe qedand.

Evna cara yekê ye ku Herêma Kurdistanê tevî vê konferansa navdewletî dibe ku nûnerên 190 welatên cîhanê beşdar bûn. Zêdeyî 1000 serkirdeyên ciwan beşdarî vê konferansê bûne û çar rojan berdewam dike.

Li gor çavdêr û kesên nêzîkê İdrîs Barzanî yê kurê Mela Mistefa Barzanî, ev gotara İdrîs Nêçîrvan Barzanî gelekî dişibiya gotarên kalikê wî İdrîs Barzanî.

 

 

Nerîna min :