Serokwezîr pêşwaziya balyozên Almanya û Fransayê kir
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 23.07.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Cyrill Nunn Balyozê Almaniya û Bruno Aubert Balyozê Fransayê li Îraqê û şandeya bi wan re kir.Di civînekê de her du balyozên mêvan behsa bûyerên vê dawiyê yên başûrê Îraqê kir û bi pêwîstî zanî ku aliyên îraqî ji bona pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê xebat û danûstanên cidî dest pê bikin û di vê çarçoveyê de jî pêdagirî li ser rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê jo bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê kirin.Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re diyar kir ku Herêma Kurdistanê amadeye danûstandinên cidî bi Bexdayê re bike û bi çalakî beşdariyê di pêkanîna kabîneya nû de bike.Serowkezîr sipasiya Almanya û Fransayê kir ku di warên mirovî û leşkerî de bi berdewamî, di roj û rewşên dijwar de, alîkariya Herêma Kurdistanê kirine û dikin û, herwesa, ji bona vexwendina sala borî bi awayekî fermî ji bo Almanya û Fransayê, serokwezîr sipasiya her du welatan kir û got ku ew serdan ji bo Herêma Kurdistanê di warê manawî de piştevaniyeke bihêz bû.Di civînê de her yek ji; Fuad Hisên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê, Dominique Mas Konsulê giştiyê Fransayê li Hewlêrê û Helena Merks nûnera konsolxaneya Almaniyayê li Herêma Kurdistanê amade bûn.