Polîtîk

Êrîşeke terorîstî bû

Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ragihand ku êrîşa îro li ser avahiya Parêzgeha Hewlêrê êrîşeke terorîstî bû û di encamê de karmendeke parêzgehê şehîd bû û niha rewş aram e.Îro danê sibê 3 kesên çekdar êrişî avahiya parêzgariya Hewlêrê kirin. Di wê êrişê de karmendekî parêzgariyê ku welatiyekî mesîhî bû, şehîd ket û polîsek jî birîndar bû. Tevahiya çekdaran jî hatin kuştin.Newzad Hadî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: “Hêzên asayişê û polîsan karîn di demeke kin de wan çekdaran bikujin û rewşê kontrol bikin. Êrîşa îro êrîşeke terorîstî bû. Em xelkê xwe piştrast dikin ku ev kar nikarin me sist bikin ji xizmeta welatiyan.”Rêveberê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî jî li wir ragihand: “Me hersê çekdar nas kirine û xelkê Hewlêrê ne.”Rêveberê Polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet ragihand: “Niha rewşa bajar aram e û ew çekdar hemû hatin kuştin.”

Back to top button