Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Çarşeme 9-3-2016 pêşwaziya Arç Bîşop Balyozê Vatîkanê li Îraqê û şandeka pê re kir ku li hijmarek kesatiyên ola kirîstiyanî li Kurdistanê pêk hatbû.Li hevdîtekê Balyozê Vatîkanê kêfxweşiya xwe ji bo serdankirina Herêma Kurdistanê nîşanda û silavên Qedaseta Papayê Vatîkanê gihande Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û amaje bi vê yekê da ku piştî dawîn serdana wî bo Vatîkanê têkliyên navbera herdu aliyan berfirehtir bûye ku bi berdewamî duaya serketin û xêrê ji bo Herêma Kurdistan dike. Her wiha destxweşiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ji bo pêşwazîkirin û vehewandina gelek koçber û penaberên destê terorê,bi taybetî kirîstiyanan.Her wiha piştîvanya berdewama Vatîkanê ji bo gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşanda,bi taybetî bo vê kultûra bedewa bi hev re jiyana navbera pêkhatiyên neteweyî û oliyên Herêma Kurdistanê û hêvî xwest ev kultûr li hemû deverên rojhelata navîn bihê berfirehkirin.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya vê serdanê kir û hêviya serketinê ji Balyozê Vatîkanê re ji erkê nû xwest û pêdagirî li ser vê yekê kir ku kirîstiyan rih û rîşaleka kevnar li Herêma Kurdistanê û deverê hene û pareka giring û qût nebûya civaka Kurdistanê ne. Ev yeke jî got kultûrê bi hev re jiyanê dîrokeka dûr û drêj li Herêma Kurdistanê heye û hemû pêkhatî jî şanazyê bi vê kultûrê dikin.Her wiha got em bi hemû awayekê hewilê didin şer û tundiya nihaya deverê bi taybetî metirsiya terorîstên DAIŞê bihê jinavbirin û koçber û penaber bi serbilndî bo ser mal û halên xwe vegerin. Lê heya demê ku Herêma Kurdistanê bin,bi hemû awayekê û li gor şiyan xizmet û alîkariya wan dihê kirin.Serokwezîr li dawyê jî kurtiyek derbarê rewşa Herêma Kurdistanê li warê aborî û nakokiyên navxoyî pêşkêş kir û rêya çaresereyê jî bo şanda mêvan eşkere kir. Her wiha daxwaz kir silav û rêza taybeta wî bigehînte Qedaseta Papayê Vatîkanê û herdem‌ gelê Herêma Kurdistanê li dua û nizayan bê par neke. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: