CîhanRojev

Serokwezîr pêşwaziya Balyozê Kanada li Iraqê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 2021ê, pêşwazî li Balyozê Kanada li Iraqê Orlick Shannon kir. Shannon erka xwe li Iraqê temam kir û ji bo xatirxwestinê serdana Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Balyozê Kanada ji bo kar û hewlên wê yên pêşxistina pêwendiyên Kanada ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kir, hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest.

Balyozê Kanada amaje bi girîngiya berdewambûna pêwendiyên wan ligel Herêma Kurdistanê kir û daxwaza welatê xwe ya pêşvebirina wan pêwendiyan di hemû waran de dubare kir.

Rewşa giştî ya Iraqê ji piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de û piştevaniya Pêşmerge di rûbirûbûna metirsiyên teroristên DAIŞê, çend mijarên din ên guftûgoyên hevdîtinê bûn.

Back to top button