PolîtîkRojev

Serokwezîr pêşwazî li şanda serbazî ya Brîtanyayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 7ê Îlonê pêşwazî li şandeke serbazî ya Brîtanyayê kir.

Şanda serbazî ya Brîtanyayê bi serokatiya Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanya yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa Mareşal Sammy Sampson bû.

Di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê gotûbêj hat kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê David Hunt jî amade bû, çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û rûbirûbûna gef û metirsiyên grûpên terorîst û girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê hatin gotûbêjkirin.

Back to top button