Polîtîk
Serokwezîr pêşwazî li cîgirê wezîrê derve yê Amerikayê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka yê Karûbarê Rojhilata Navîn David Schenker kir.
Di hevdîtinê de, ku Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin amade bû, dawî pêşhatên Iraq û Navçeyê hatin guftûgokirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ji alozbûna rewşa navçeyê ji encama bûyerên vê dawiyê derbirî û tekezî li ser aramkirina rewşê kir.
Herdu alî hevnerîn bûn li ser aramkirina rewşa Iraqê û hatine pêş a hikûmeteke çalak û berpirsyar li Bexdayê, ku pêwendiyên wê yên baş bi Herêma Kurdistanê re hebe û rêzê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bigire.