Civak

Serokwezîr: Parastina jîngehê ji pirsên aborî girîngtirin

Li Hewlêrê di serokatiya Serowekwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de Komîsyona Petrol û Gaza Sirûştî civiya û biryar hat dayîn ku çend pirsgirêkên hene bêne çareserkirin.Di cîvînê de behsa ziyanên birên petrolê yên  biçûk û ne yasayî hate kirin, û biryar hate dayîn ku ew pirsgirêk were çareserkirin.Biriyar hate dayîn, ku Wezareta Samanên Srûştî, bi alîkariya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û serokê yekeyên îdarî, bi mekanîzmeke pêwîst a yasayî kar ji bo çareserkirina wê mijarê bikin, û hikûmet jî rêkarên pêwist ji bo parastina jîngehê û tendirustiyê û jiyana welatiyan bigire ber xwe.Nêçîrvana Barzanî di civînê de tekezî li ser wê yekê kiriye, ku pêwîst e saziyên îdarî bi taybetî saziyên cîbicîkirinê yên weke Wezareta Navxwe, civata asayîşê û polîs bi hevkariya parêzgaran kar li ser wê mijarê bikin, û dozgerê giştî jî hatiye raspardin ku ji aliyê yasayî ve alîkariya wê tîmê bike.Nêçîrvan Barzanî ragihandiye ku parastina jîngehê û jiyana welatiyan ji karên wan yên pêşîn in, ji ber ku jiyana xelkê û parastina jîngehê ji pirsên aborî girîngtir in.

Back to top button