Civak

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbata Demîr û HAK-PARê dike

Bi minasibeta wefatkirina serokê giştiyê HAK-PARê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê pêşkeşî malbata xwedêjêrazî û endam û alîgirên HAK-PAR ê dike.Ev li jêr teksta peyamê:Bi minasibeta wefatkirina siyasetmedarê kurd birêz (Fehmî Demîr) serokê giştiyê HAK-PARê ku duhî di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest da, tevî pêşkeşkirina sersaxiyan, em hevxemî û hevsoziya xwe digel malbat û kesûkarên xwedêjêrazî û timama endam, alîgir û cemawerê HAK-PARê parve dikim.Xwedayê mezin cane xwedêjêrazî bi beheştê şad bike û sebir û tehemulê bi hemû aliyan bide.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê herêma Kurdistanê26.10.2015 

Balkêş e ?
Close
Back to top button