PolîtîkRojev

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 30ê Îlona 2021ê pêşwazî li şandeke Amerîkî ya bi serokatiya Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Iraq û Îranê Jennifer Gavito kir.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Robert Palladino jî amade bû, rewşa Iraq û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.

Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bal kişand ser pêgeha girîng û taybet a Herêma Kurdistanê, ku Amerîka bi girîngî li pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê dinêre û serdana wê jî ji bo dûpatkirina piştevaniya Amerîkayê ye li Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Amerîkayê ya ji bo Herêmê kir û kurteyek derbarê çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di warê hemecûrekirina çavkaniyên dahatê û avakirina jêrxaneke bihzê a aboriyê de pêşkêş kir.

Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û diyaloga stratejîk a Iraq û Amerîkayê û rûbirûbûna gefên terorê, çend mijarên din ên gotûbêjê bûn.

Back to top button