Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa yê li Iraqê Eric Chevallier kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Fransa yê li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies jî amade bû, guherîn û geşedanên herî dawî yên Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û çareserkirina wan li ser bingeha destûrê, mijara sereke ya civînê bû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî dûpatkirina helwesta Herêma Kurdistanê ji bo çareseriya bingehîn a kêşeyan bi rêya gotûbêj û li gor destûrê, tekez kir ku mayîna kêşeyan bêyî çareserî û alozkirina rewşê, di berjewendiya aramî û seqamgîrî û welatiyên Iraqê de nîne.
Mesrûr Barzanî derbarê proseya siyasî û hewldanên pêkanîna hikûmeta nû de bal kişand ser girîngiya rêzgirtina li prensîpên hevbeş û beşdariya rasteqîn û hevsengî û lihevkirinê.
Rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê û girîngiya berdewambûna piştevanîkirina Pêşmerge ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve, mijareke din a gotûbêjê bû.