Polîtîk

Serokwezîr: Me bawerî bi pêkvejiyana pêkhateyan heye

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Kardînal Fêrnado Fîlonî, nûnerê Papyê Vatîkanê kir, ku ev demek e li Herêma Kurdistanê ye.

Nûnerê Papa behsa rewşa koçberan kir û tekez kir ku niha rewşa wan ji destpêka hatina  gellekî baştir bûye û hêvî xwest ku rewş bi aliyê başbûnê ve biçe û hemû koçber vegerin ser cih û malên xwe û hemû pêkhat bi birayetî û bi hev re bijîn.

Fêrnado Fîlonî, nûnerê Papyê Vatîkanê di beşek dinê wê hevdîtinê de spasiya Papayê Vatîkanê gihand Nêçîrvan Barzanî li ser hemû qurbaniyên Kurdistanê di şerê li dijî terorê de û bi mêrxasî pêşwazî li hemû pêkhatan dike.

Herwiha di wê hevdîtinê de, behsa pêşhatên dawî bi taybetî qonaxa asayîbûna rewşê û vegera xelkê bo ser mal û milkên xwe û dakokî li ser pêwîstiya parastina wan hat kirin.
Nêçîrvan Barzanî spasiya serdana Nûnerê Papa kir û ronahî xist serdana xwe ya dawî bo Vatîkanê û pêşwazî û hevdîtina xwe ligel Papa.

Herwiha Serokwezîr jî ragihand ku, baweriya hikûmet û xelkê Kurdistanê bi birayetî û pêkvejiyan û yekrêziya pêkhatan heye.

Back to top button