Polîtîk

Hevkariya sê partiyan

Li gora nûçeyekî ya rojnama Tirkî Sabahê, li bajarvaniya Ardaxanê CHP, MHP û HDP li himberê Ak Partiyê hevkarî kirin.

Di meclîsa bajarvaniyê de ji bo 3 endamên daîmî pêwistbî ku hilbijartin çêbibin.

Ji alyekî Ak Partî ji aliyê din CHP, MHP û HDP hebûn. Hersê partiya hevre hevkarî kirin û li dijê Ak partiyê bûn yek.

Di encam de  ji CHPê Binali Ozer, ji MHPê  Çetin Topkaya û ji HDPê Yalçin Atay hatin hilbijartin. Ev hersê kes bi dengên hersê partiyên ku tifak kirîn hatin hilbijartin.

Bi gotinek din kesek ji MHPê bi dengê HDPê û herweha kesek ji HDPê jî bi dengên MHP hate hilbijartin.

Li Himber vê hevkariyê alîgirên MHPê ne rihet bûn û daxuyaniyek belav kirin. Rêxistina “Ulkucuyan“ daxuyaniyekî de gotin ku  nabê ku em bi tu awayî PKKê re hevkariye bikin. Hinek cih ne ji xwîna lêşkerên me bihatire…

 

Back to top button