Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzani ji bo koça dawî ya senetorê Amerikî John Mc Cain peyamek ya sersaxiyê ragihand.Serokwezîr di peyama xwe de behsa dostanî û dilsoziya Mc Cin ya ji bo gelê kurd kir.Peyama Serokwezîr Nêçîrvan Barzani:
Em ji ber koça dawiyê ya siyasetmedarê hêja û kesatiyê navdarê Amerîka û dostê dilsojê Kurdistanê, John McCain xemgîn bûn.Em serxweşiyê ji malbata McCain dikin û xwe bi hevparê xema wan dizanin û Xudayê mezin cane wî bi beheşt xwe şad bike û di vê dema dijwar de hevkar û piştîvanê malbata wî be.Ji destdana McCain ji bo gelê Kurdistanê zirareka mezin bû. Ew dostê gelê Kurdistanê û xemxor û parêzerê bi dest anîn û parastina mafên vî gelî bû.McCain li hemû demekê bervanî ji gelê Kurdistanê û mafên wê kiriye û bi berdewamî hewl daye gelê kurd mafên rewa yên xwe bi dest bîne.Gelê Kurdistanê çi caran dilsojî û piştîvaniya John McCain ji bîr nake û her dem rêzê ji bîranîna wî digire.Rihê wî şad beNêçîrvan BarzanîSerowezîrê Herêma Kurdistanê2018/08/26