Cîhan

Serokwezîr: Kurdistan dixwaze baştirîn têkelî bi Îraq û cîranan re hebe

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja yekşemiyê 05.06.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Firanswa Falun serokwezîrê berê û endamê nuha yê parlamnetoyê yê Fransayê kir.Falun, behsa pirograma serdanan xwe û serdana kampên koçber û penaberan û bereyê cenga dijî terorê kir, mêrxasiya pêşmerge li rûbirûbûna terorê bilind nirxand û serketinên pêşmerge, bi taybetî serketinên van rojên dawiyê, pîroz kirin.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî sipasiya piştgiriya berdewam ya Fransayê bo Kurdistanê kir û got: Pêşmerge li ser serketinên xwe yên bi ser terorîstan de berdewam e. Di warê alîkarîkirina koçber û penaberan de, serokwezîr tekîd kir ku, pêwîste civaka navdewletî zêdetir hevkariya Kurdistanê bike.Behsa têkeliyên navbera Kurdistan, Îraq û welatên cîran hat kirin û divê çarçoveyê de, serokwezîr tekîd li ser wê yekê kir ku, Kurdistanê dixwaze faktora îstîqrarê be li deverê û baştirîn têkelî digel Îraq û welatên cîran hebe û pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û danûstanidnan çareser bike.

Back to top button