Cîhan

Serokwezîr ji bo Macron: Kurd beşdarî hikûmeta Îraqê dibin

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistan û Emanuel Macron Serokê Fransayê di peywendiyeke telefonî de rewşa siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê gotûbêj dikin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransayê Emanuel Macron, roja şemiyî 20.10.2018ê, bi telefonê peywendî bi hev re kir û pêşhatên dawiyê yên pirosesa siyasî û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê nirxand û serok Macron tekîd li ser pêwîstiya beşdariya hemû aliyên îraqî û bi taybetî aliyên kurdistanî di pirosesa siyasî û avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Serok Macron kir ku hertim girigniyê û piştgiriya Herêma Kurdistan û Îraqê dike û tekîd li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê di pirosesa siyasî û avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de beşdar dibe. Serokwezîr Barzanî hêvî kir ku têkeliyên Kurdidtan û Fransayê di hemû waran de berdewam bin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, herwesa, sipasiya serok Macron kir ku piştî bûyerên oktobera sala borî di aramkirina rewşê wê demê,  destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê, çareserkirina pirsgirêkan û şikandina ambargoya li ser Herêma Kurdistanê, roleke mezin hebû.

Piştî referendoma serxwebûna Kurdistanê ku roja 25.09.2017ê li başûrê Kurdisanî bi serkeftî hatî encamp dan û nêxîkî 93% ji xelkê başûr deng ji bona serxwebûnê da, piştî bi şend rojan, ango di 16 oktobera salî borî de, arteşa Îraqê, heşda Şabî, pasdarên Îranê bi hevkarî û hevahengî digel beskekê nava Yekêtiya niştimaniya Kurdistanê (YNK) êrîşî ser Kurdistanê kir û Kerkûk û beşek ji deverên bi navê madeya 14ê tên binav kirin dahîr kirin û ambargo xiste ser Herêma Kurdistanê, bi tyabetî daxistina balefirxaneyên herêma Kurdistanê.

Di vê navberê de çand partiyên kurdistanê pirojeyê avakirina hikûmeta înqaz wetenî pêşkeş kir û xwestin hikûmeta Herêma Kurdistanê ku şeriyeta xwe ji parlamentoya Kurdistanê werbigire ji hole rakin.

iha di vê navberê de û di vê rewşa dijwar de, Serokê Fransayê Emanuel Makron, di daxiueniyekê de got ku ew piştgiriya hikûmeteke bihêz li Heêrma Kurdistanê bi serokatiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî dikin û her du, Barzanî û Talebanî ji bo Parîsê vexwandin û ev bû sedem ku Îraq dest bi daiylogê bike û pirojeyê Îslamiyan û Tevgera Goranê û Berhem Salih yê avakirina hikûmeta Înqaz wetenê jî beravêtî bû.

Back to top button