PolîtîkRojev

Serokwezîr: Ez bi tundî êrîşa YPGê li ser hêza Pêşmerge şermezar dikim..

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, daxuyaniyek belav kir û daxwzaz ji Hevpeymaniya Navdewletî kir ku, wan piştrast bikin ku careke din Yekîneyên Parastina Gel (YPG) destdirêjiyê neke ser Herêma Kurdistanê.

Serokê Hikûmetê di peyama xwe de wiha dibêje:

“Şava borî komek çekdarên YPG hewl dan bi awayekî neqanûnî ji Sûriyeyê derbasî axa Herêma Kurdistanê bibin. Ev dijayetiya rênima û yasayên me û yasayên parastina sînor e. Lewra hêzên asayîşa me rê lê girtin.

Piştre zêdetir hêzên YPG hatin û bi çekên giran êrîşî bingeheke Pêşmergeyan kirin. Hêzên Pêşmerge jî yekser bersiv dan û êrişa YPG têkbirin.

Ez bi şêweyê herî tund vê êrişê şermezar dikim. Ev bi awayekî aşkira û yasayî binpêkirina ax û desthelata Herêma Kurdistanê ye.

Ez bang li dost û hevkarên me yên koalîsyona navdewletî dikim ku piştrast bikin ku YPG êrîşên bi vî rengî dubare nake û nahêlin bi alîkariya welatên biyanî êrîşî axa Herêma Kurdistanê bikin. Bêguman dubarekirina her êrîşeke bi vî rengî wê zerareke mezin bide ewlekariya herêmê.

Ez pesnê Pêşmergeyên qehreman didim ku ji bo parastin û silametiya me jiyana xwe têxin nav xetereyê.”

Back to top button