Polîtîk

Serokwezîr: Divê formeke nû ji bo têkeliyên Hewlêr û Bexdayê bê dîtin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Emar Hekîm serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Şîye û şandeya pê re li Hewlêrê civiyan û çend pirs û mijarên giring di rojeva Kurdistan û Îraqê de nirxandin û şandeya mêvan pirojeya xwe ya aşitiya niştimanî ji bona gotûbêjkirinê pêşkeşî civînê kir.Civîn ku, roja 05.02.2017ê li bajarê Hewlêrê hat saz kirin û tê de, Qubad Talebanî cîgirê seokwezîr û hijmareke wezîr û berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê amde bûn, Hekîm tekîd li wê yekê kir ku pêwîste civînên her du aliyan zû-zû bên encam dan û di navbera Hewlêr û Bexdayê de daiyalog ji bona çareserkirina tev pirsgirêkan berdewam be û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên enga dijî terorê bilind nirxandin.Emar Hekîm di axavtina xwe de, hevahengiya navebra pêşmerge û arteşa Îraqê di rûbirûbûna terorê de bilind nirxand û hêvî xwest ku di bin siha siyastekê de ku hemû alî hest bi hebûna xwe, biratî û hevduqebûlkirinê bikin, Îraq vegere bo ser rewşa xwe ya aram û aşitî li sertaserî Îraqê bi çî bibe.Serokê Hevpeymaniya Niştimaniya Şîye behsa têkelioyên navbera kurd û şîeyan kir û got ku têkeliyên kurdan û Hevpeymaniya Niştimaniya Şîye dîrokek dirêj heye û bi hev re ji bona xweşkirina jiyanê li welêt xebat kiriye û hêvî kir ku ew têkelî di paşerojê jî de berdewam bin û ew hevkarî her hebe. Hekîm got ku ji bona çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê îradeyeke baş li cem serokwezîrê Îraqê heye.Nêçîrvan Barzanî destpêşxeriya/însiyatîva hevpeymaniya Niştimaniya Şîye ji bona aştiya niştimanî bi derfetek baş zanî ku her du alî bi awayekî vekirî û zelal hemû pirsgirêkan gotûbj bikin.- Di sala 2003ê de Herêma Kurdistanê bi xwesteka xwe bo Bexdayê vegeriya daku Îraqeke nû li ser bingehê demokrasî û tewafiqê, ne li ser bingehî piranî û kêmaniyê, ava bike. Pêwîste hemû pirsgirêk li ser bingehê tewafiqê bên çareser kirin ku hemû alî li ser paşeroja xwe li Îraq dilrehet bin.- Piştî 12 salan destûra Îraqa fedral weke heye nayê bi cî kirin û niha xelkê Kurdistanê ji xwe pirs dike; Gelo ew li kudera hawkêşeya Îraqê ne? Bi biryareke siyasî budeya Herêma Kurdistanê hat qutkirin, milyonek û heştsedehezar koçber û penaberên destê terorê li Herêma Kurdistanê hene û hikûmea Îraqê xwedî lê dernakeve, di şerê dijî DAÎŞê de Bexdayê alîkariya pêmerge nekiriye, lê bervajî, birîndarên arteşa Îraqê li nexweşxaneyên herêma Kurdistanê tên îlac kirin.Barzanî, li hember ew hevahengiya vê dawiyê di warê leşkerî de di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta federal de çê bûye ku encamên gelek baş û serkeftin bi ser terorîstên DAÎŞê de hebû, dilxweşiya xw diyar kir û got ku Herêma Kurdistanê amdeye hemû pirsgirêkan digel Bexdayê çareser bike û formeke nû ji bo paşeroja têkeliyên Hewlêr û Bexdayê bê dîtin û hemû pêkhateyên Îraqê jî ji paşeroja xwe dilrehet bin.

Back to top button