Serokwezîr behsa reforman dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja duşemiyê 07.09.2015ê li bajarê Hewlêrê, beşdarî di merasima ragehandina sîstema bielektironîkirina Tora Parastina Civakî ku ji aliyê wezareta kar û karûbarên civakî ve hatibû amade kirin, kir.Di merasimê d eku, nûner û diplomatkarên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê, parlamenter û wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê amadebûn, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêkeş kir. Ev li jêr tekesta gotara serokwezîr:Amadebûyên birêzMêvanên ezîzHûn hemû bixarhatinBi dilek xweş, em îro bi hev re beşdariyê di merasima destpêkirina pirojeyekî mezin dikin ku ew pirojeye ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê gelek bi nirxe, pêngaveke din ya hikûmeta herêma Kurdistanê ye ji bona binyatdanana sîstemekê ku, beşdsriyeke bi bandor li ser pirosesa reforman, jinûverêxistin û berbipêşvebirina karên hikûmet û sîstema îdarî li welatê me dike.Ev pirojeye, herwesa, dê ji bo rêvebirin û meşandina karûbarên hevwelatiyan li herêma Kurdistanê bibe rêxweşkerek mezin û dê bi awayekî xurt rê li pêşiya jêîstfadekirina neşayîste û nemeşui û gelekmiaşiyê bigire. Û bi vê yek jî em dê di warê zêdetir biçîkirina dadperweriyê di pirsa miaş, dermal û alîkariyên darayî de pêngavekê biçin pêş.Ev pirojeye û hizra danan sîstemeke bielektironîkirina Tora Parastina Civakê, ne hizir û pirojeyekî nû yê hikûmetê ye, lê belê pêştir piraniya pêdawîstên vê pirojeyê ji aliyê hikûmetê ve hatibûn dabîn kirin, lê birêz Mihemed Hawdiyanî wezîrê kar û karûbarên civakî her ji roja destpêkirina kabîneya heştem ya hikûmeta herêma Kurdistanê gelek bi dilsozî û xemxorî ev pirojeye xiste ser rê û îro gihandiye qonaxa cîbicîkirinê û ji bona vê yekê em sipasî û destxweşiyê li wezîrê kar û karûbarên civakê dikin.Bi rêya cîbicîkirina vê sîstemê, îro timama fermange û saziyên wezareta kar û karûbarên civakî bi awayekî serkeftî bi dîwana wezaretê ve tên girêdan û ji niha û pê de hemû karên wezaretê bi awayekî hêsan û gelek rêkûpêk û li gor sîstemên herî dawî û pêşkeftî birêve diçin. Ev yek ji aliyekî dibe sedema zêdetir xurtkirina sîstema parastina civakî û ji aliyek din jî ji bo reforman û berhingarbûna gendeliyê li welêt, gaveke rast û cidî ye.Li vir, ez dixwazim li ser navê xwe û hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya karê hevbeş û lihevtêgihiştina her sê aliyan; wezareta kar û karûbarên civakî, wezareta pilandananê û ajansa USAID û tîmên wan dikim û destxweşiyê li wan dikim ku karîn bi hev re karekî giring û serkeftî encam bidin. Ev dê bibe mînakek baş ji bo bicîkirin û bikarxistan heman sîstemê li gelek wezaret û saziyên din yên hikûmeta herêma Kurdistanê.BirêzanHikûmeta herêma Kurdistanê di nav xebatên berdewam deye bi anîn û danan sîstemên nû, modern û jîr, herwesa, sudwergirtin ji nûtirîn teknolojiya û zengîntirîn tecrûbeyan, di hemû waran û sektoran de reforman bike, sîstema kar û rêvebirina karûbarên hikûmetê li timama saziyên xw de reorganize bike. Bi vî awayî gav bi gav sîstema îdarî û xizmetgozarî rêxistî û xurtir bike û li gor satndadên cîhanîyên modern bixe di xizmeta hevwelatiyên Kurdiastanê de.Belê, pêngav bi pêngav û li gor realîte, rewş û îmkanan, em dê di hemû waran de reforman bikin û ji bona reforman me îradeyeke cidî heye û dê li ser vê pirosesê berdewam bin. Ji berhindê em dibêjin pêngav bi pêngav, ji ber ku em di wê baweriyê dene reformên cidî û rasteqîne, reformên ku bi rastî ji bona reformkirinê be ne û bi bênfirehî, aramî û hêdî tên kirin. Bi pilan û bername tên kirin û digehin encamê, ne bi reaksyonên bê bername û bi rêkarên lezgîn û ji nişkave û bêserûber.Reform piroseseke tazî, bitenê û veqetyayî ji komeke îdyom û karên din nîne, lê ew piroseseke berfireh û domdirêj e ku peywendî bi geke faktorên têkel û bi cihê heye, çênabe bi wî wayî lê bê temaşekirin û nirxandin ku bi tenê bi biryareke serokwezîran, yan civata wezîran ji bo çaksazîkirinê pêktê .Ev piroses ew qas nehêsan û nesade ye wek ku di gotara rojnameyekê de em dixwûnin, yan di hevpeyvîneke televizyonê de em dibînin. Piroseyeke, îradeyeke cidî ji bo cîbicîkirina wê divê, pêwîstî bi sebir, aramî, xweragirî û şopandinê heye daku encamên çaverêkirî bên bidest xistin, pilanên domkurt, nawendî û domdirêj jê re divê. Weke vê pirojeya îro li wezareta kar û karûbarên civakî tê cîbicîkirin ku di demek nêzîk de karîgerî û şûnewarên erênî yên pirojeyê ji bo çalsaziyê û dabînkirina edaletê di nava yên sudmend ji miaşê parastina civakî û kêmendaman dabîn dike.BirêzanAvêtina pêngavên piraktîkî di pirosesa çaksaziyê de, di demekê de ku herêma Kurdistanê di rewşa cenga dijwara dijî terorê de ye, di demekê de Kurdistan di rewşeke dijwara siyasî, aborî û êkonomî de derbas dibe ku tesîr li ser timama sektor û aliyên jiyanê kiriye, bi tenê yek manayê dide, ew jî eve ku hikûmeta herêma Kurdistanê li ser encamdna reforman bi îsrar e û bawerî bi wê yekê heye ku reform dê ji bona çareserkirina gelek kirîzan û dabînkirina edaletê û pêşkeşkirina baştirîn xizmetgozariyan bi hevwelatiyan rêxweşkreke baş be.Çaksazî beşek mezin ji bernameyê hikûmetê ye û ji roja yekema desrbikarkirna hikûmetê wezîrên birêz bi dilsozî xebatên xwe di vî warî de gerim kirin û gelek ji wana pêngavên baş avêtine. Di destpêka sala 2014ê de, piştî wê pirsgirêka digel Bexdayê hatiye pêş, ji bona berhingarbûna kirîza êkonomî, hikûmeta herêma Kurdistanê dest bi avêtina hindek pêngavên piraktîkî kiriye bi armanca kêmkirina xerciyan û zêdekirina dahatiniyê û gelek pêngavên din yên bi vî awayî, ez bawer dikim hevwelatiyên Kurdistanê di demek nedûr hêdî-hêdî dê zêdetir encamên çaksaziyê bibînin.Ez dixwazim tekîd bikim ku, ev pêngava îro wezareta kar û karûbarên civakî avêtî, yek ji pêmgavên destpkê yên hikûmeta herêma Kurdistan ji bo çaksaziyê ye, di qonaxên bên de hikûmeta herêma Kurdistanê di vê çarçoveyê de çend pêngavên mezintir û berfirehtir ji aliyê wezaretên din rabigihîne.Careke din destxweşiyê li wezareta kar û karûbarên civakî û cenabê wezîr dikim, hêviya serkeftinê jê re dixwazim. Sipasiya saziya USAID dikim ku wan gelek bi xemxorî ji bona serkeftina vê pirojeyê alîkar bûn, sipasiya wezareta pilandananê dikim ji bona pêşkeşkirina hevkariyan ku îro bûn sedema hindê ev pirojeye dest pê bike û serkeftinê jê re dixwazim.Gelek bi xêr bên ser çavan