Civak

Serokwezîr bang li dewletan dike di hewara mesîhîyan bên

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pi peyamekê bang li dewlet, rêxistinên xêrxwaz û civaka navdewletî dike ku, di hewara wan penaber û koçberên hatine herêma Kurdistanê bên û di warê pêşkeşkirina alîkariyên pêwîst de hevkariyê bi hikûmeta herêma Kurdistanê re bikin. 

Grûpên çekdarên terorîst gef li mesîhîyên Mûsilê kirine ku, ji bajêr derkevin yan bibin misilman. Ji ber gefên grûpên çekdar bi sed hezaran malbatên mesîhîyên Mûsilê mal û milkê xwe bi cî hêlane û ber bi herêma Kurdistanê hatine.

Serokwezîrê Kurdistanê li ser rewşa mesîhîyan û hatina wan bo hewlêr û Duhokê peyamek jêr navê (Peyamek bo xelikê Kurdistan û civaya nevdewletî) da raya giştî û di peyama xwe de dibêje:

          Piştî kontirolkirina Mûsil ji aliyê grûpên çekdarên terorîst ve, mesîhîyên bajarê Mûsilê ketine ber gefên zêdetir. Mixabin, van rojan jî di bin gefên kuştina bi kom de, neçar bûn bi kom ji bajarê Mûsil derkevin û ber bi her du wîlayetên Hewlêr û Duhokê biçin, bêy ku, rê jê wan re bê dan tu tiştek bi xwe re bibin.

Serokwezîrê di payama xwe de dibêje ku, gelê kurd hertim têkeliyên baş digel xwîşk û birayên mesîhî û hemû neteweyên din hebûne û şanaziyê bi parastina mozaîka neteweyî li Kurdistanê dike û ev yek gelê Kurdistanê bi piraktîkî îspat kiriye.

Barzanî daxwazê ji gelê Kudistanê dike ku, niha jî alîkariya koçberên mesîhî bikin:

           Niha jî li ser gelê Kurdistanê pêwîste gelek bi germî hevkariya wan malbatên mesîhî bike yên ku, bi neçarî bi kom mal û cîyên xwe yên eslî bi cî dihîl in.

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi hevahengî  digel komisiyona balaya penaberan a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve (UNHCR)  alîkarîkiriya  bi sed hezaran koçberên ber bi herêma Kurdistanê ve hatine dike:

           Lê hijmara koçberan roj bo rojê zêde dibe û hikûmeta Îraqê jî, tevî ku, ji meha şiwatê were budce û miaşê xelkê herêma Kurdistanê biriye, di heman demê de tu berpirsiyarîyek li hember wan koçberên hatine herêma Kurdistanê bi cî nekiriye.

 Serokwezîrê Kurdistanê di payama xwe de li dewlet û rêxistinên xêrxwaz û civaka navdewletî dike ku, di hewara koçberên li herêrma Kurdistanê hene bên û pêştevaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin daku, bikaribin hevkariyên pêwîst pêşkeşî bi wan malbatên lêqewimî bike.

Back to top button