Cîhan

Serokomarê Misrê li Enqereyê ye

Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îro cara ewil bi serdaneke fermî hat Tirkiyeyê. Piştî 12 salan ev yekem serdana serokomarê Misrê ye bo Tirkiyê. Di hevdîtina her du serokomaran de wê Xezayê û hewldanên aştiyê bên nirxandin.


Ji bo Sîsî ku li Balafirgeha Esenbogayê ji aliyê Serokomar Erdogan ve hat pêşwazîkirin li Kuliyeya Serokomariyê merasimeke fermî hat lidarxistin. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan jî di heyeta pêşwaziyê de cih girt.

Di mijarên herêmî yên wekî Filistîn, Lîbya, Sûdan û Somalî de, tiştên ku dikarin bên kirin dê bên gotubêjkirin.

Back to top button