Polîtîk
Serokkomarê Iraqê û serokwezîrê Kurdistanê civiyan
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd civiyan. Di civînê de cîgirê serokwezîr Qubat Talabanî jî amadebû.
Di civînê de her du alî li ser pêwîstî û girîngiya rêzgirtin li sîstema federaliya Iraqê û pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hemfikir bûn.
Her di vê derbarê de tekez li ser vê yekê hate kirin ku Serok weke parêzgerê destûrê ji bo parastin û dabîn kirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi kar bîne.