Cîhan

Serokê Partiya Çep biryara xwe ji nuha ve da

Roja 06.01.2012ê kongreya Partiya Çep ya swêdî tê saz kirin û di kongreyê de serokê parityê tê hilbijartin. Lars Ohly serokê Partiya Çep duhî di preskonferensekê de got ku ew di kongreyê de ji bo seroaktiya partiyê xwe kandîdat nake.

Lars Ohly di preskonferensê de sedemên wê yekê ka ew ji ber çi carek din ji bo serokê Partiya Çep di kongreyê de xwe kandît nake, diyar kirin û got ku Partiya Çep bi ber bi pêş ve neşûye, di hilbijartinan de encamên xerab bidest xistin û partiyeke rasîsît kete di parlamentoya swêdê de.
Ohly got ku piştî encamên nebşa di hilbijartinan de, partiyê komîteyek ji bo lêkolîna sedemên serneketina partiyê û baştirkirina wê di paşerojê de, pêkanî. Lê siyasete partiyê negiha wê sewyeya Lars Ohly dixwest.

Ohly di preskonferensê de got ku ew dê weke serokê Partiya Çep heta meha çileya paşîn bimîne  û piştî hingê jî heta hilbijartinên parlamentoyî weke parlamenter heta sala 2014ê karê xwe bike.

Lars Ohly sala 2004 bibû serokê Partiya çep ya swêdî. Ji sala 1994-2000 ew sekreterê Partiya Çep bû. ji sla 1998ê were endamê parlamentoya Swêdê ye.
Partiya Çep di bin serokatiya Lars Ohlu gelek paşket û di hilbijaertinên dawiyê de 5.6 procent ji dengan bidest xistin û 3 parlamenterên xwe winda kirin.

Back to top button